image

PeyamaKurd – Amerîka ji bo geşepêdana peymana nukleerî bi Îranê re şertekî danîbû ku hemwelatiyên wan yê bi eslê xwe Îranî yê yê bi navê Bekir Namazî serbest berdin û di nav wan de 3 kesên din jî hene ku bi temamî jimara wan 4 in. Îran, îro Bekir Namazi yê 85 salî serbest berda û ji bo here Amerîkayê çû Ummanê.

Namazî rêvebirekî UNICEF ê ye û di sala 2016an de çûbû Îranê da kurê xwe yê di zîndanê de yê bi navê Siamak Namazî bide berdan lê Îranê wî girtibû. Televîzyona dewleta Îranê dîmenên dema Namazî li balafirê siwar dibû weşand û got:

“Muhammed Bekir Namzî çend roj berê ji zîndanê hat berdan û îro roja çarşemê ji Îranê derket.”

Parêzerê mafên mirovan Jared Genser piştrast kir ku Namazî çû payîtexta Ummanê, Maskatê.

Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê daxwuyanî da AFP yê û ragihand ku dewleta Îranê bo demkî îznê daye Siamak Namazî da ji zîndanê derê lê li ew Îranê maye.