image

PeyamaKurd – Serokkomariya Azerbeycanê ragihand ku serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev û serokê Îranê Îbrahîm Reîsî di rêya telefonê de bi hevre axifîne. Axaftina her dû terefan li ser êrîşa ser sefaretxana Azerbeycanê ya li  Tehranê bû ye. Li gor daxwuyaniya Azerbeycanê; Reîsî li Aliyev geriyaye û ji bo amirê asayîşa sefaretê ku di êrîşê de can dabû, ji Aliyev re sersaxiyê xwestiye.

Aliyev, di axaftina xwe de êrîşa terorî şermezar kiriye û xwestiye ku bûyer bi awayekî berfireh bê lêpirsîn sûcdar bên cezakirin. Aliyev behsa meşandina lêpirsîna bûyerê bi awayekî ku zelal bimeşînin kiriye û ji Reîsî xwestiye.

Reîsî jî gotiye ku bûyer bi her awayî ji aliyê dezgeyên pêwendîdar de tê meşandin û ragihandiye ku têkiliyên biratî û dostane yên navbera Îran û Azerbeycanê li ser kokekî esasî yê dîrokî hatine avakirin.