image

PeyamaKurd – Protestoyên dijî daxuyaniyên Tirkiyê yên ‘lihevkirina bi rejîma Sûriyê re’ ku alîgirên opozîsyona Sûriyê li dar dixin, berdewam dikin.

Li bajarê Idlibê xwepêşanderan bi ser baregeheke leşkerî ya Tirkiyê de meşiyan û bi diruşm û pankartan nerazîbûna xwe ji bo hewldanên Tirkiyê yên lihevkirina bi hikûmeta Şamê re nîşan dan. Xwepêşander dibêjin; “Axaftina Wezîrê Derve yê Tirkiyê eşkere dike ku Tirkiyê dagirker e û ne dewleteke garantor e.” 

Hat ragihandin ku Xelkê navçeya Mustûme ya Idlibê ku di bin kontrola opozîsyona Tirkiye piştevaniya wê dike de ye, çûn pêşiya xaleke leşkerî ya Tirkiyê û li dijî pêşniyara Wezîrê Derve yê Tirkiyê ya ‘lihevkirina bi Esed re’ nerazîbûn nîşandan.

Yek ji xwepêşanderên bi navê Ebdulrezaq Madî gotiye: “Piştî wê axaftina wî, ew wek dagîrker hat xuyakirin, ne wek garantor û nûner ji bo me li platformên nevadewletî. Xelkê Sûriyê tekez dike ku ew li dijî hêzên rêjîmê ye, herwiha li dijî her kesên me nêzîkî rêjîmê bike ye.”

Hêjayî gotinê, li dijî gotinên Çavuşoglu û helwesta nû ya Tirkiyê, li piraniya navçeyên ku di destê opozîsyon û hêzên Tirkiyê de ne, ji 12ê Tebaxê xwepêşandan têne kirin û pêşniyara Tirkiyê red dikin.

Bi taybet piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn li Soçiyê, ji Tirkiyê daxuyaniyên hebûna pêwendiyên ligel hikûmeta Şamê têne belavkirin ku Rûsyayê ji Tirkiyê daxwaz kiriye, li şûna operasyoneke li dijî Rojavayê Kurdistanê û HSDê pêwendiyê ligel hikûmeta Şamê bikin.