image

PeyamaKurd- Hat îdiakirin ku rêveberiya Amerîkayê xwe amade dike ku ji bo welatiyên Îsraîlê rêwîtiya bê wîze pêşkêş bike.

Karbidestên Amerîkî ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, gotin ku Wezîrê Ewlekariya Navxweyî Alejandro Mayorkas dê di 28ê Îlonê de daxuyaniyeke fermî bide.

5 berpirsên Amerîkî ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, di derbarê guhertina serîlêdana wîzeyê ya ji bo hemwelatiyên Îsraîlî de daxuyaniyek dan The Associated Pressê.

Rayedaran diyar kir ku dema Îsraîl ji bo beşdarbûna bernameya rakirina wîzayê ya ku ji aliyê Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê ve tê birêvebirin ku destûrê dide welatiyên 40 welatan ji bo sê mehan bê wîze di 30ê Îlonê de biçin Amerîkayê.

Rayedaran diyar kir ku ev dîrok bi roja dawîn a sala budçeya federal a Amerîkayê re ye û ji bo sala bê îstîfaya wîzeyê derbasdar bibe divê beriya vê dîrokê serlêdan bê kirin û di vê çarçoveyê de îdia kirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, rêwîtiya bê wîze bide welatiyên Îsraîlê.