image

PeyamaKurd- Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, li ser operasyona Tirkiyeyê ya li ser Rojava û bipêşxistina têkiliyên bi rejîma Sûriyeyê re daxuyaniyeke berfireh da.

Îbrahîm Kalin, di bernameya ku beşdarî qenala Îngîlîzî ya El Cezîre bû de pirsên têkildarî rojevê bersivandin û diyar kir ku wan di operasyonên li herêma Rojava ya de li xalên PKK, PYD û YPGê dane û wan hêzên Amerîkayê yan jî hêzên Rusî, nekirine armanc.

Kalin li ser van amajeyan wiha axivî:

“Helbet em ji (hêzên Amerîka û Rusyayê) re dibêjin, ji van hêmanan dûr bisekinin. PYD/YPG ji bo xwe biparêze, li cihekî ala Amerîkayê û li cihekî din jî ala rejîmê bi kar tîne. ‘Li vê derê Amerîkî hene, hûn nikarin êrîşî me bikin, hêzên rejîmê li vê derê ne, hûn nikarin êrîşî me bikin.’"

Îbrahîm Kalin, li ser pirsa gelo Rusya û Îranê peyameke erênî ya operasyona Tirkiyeyê da yan na yan na? got ku

"Dema em bi gefa ewlehiya neteweyî re rû bi rû ne, em destûrê naxwazin, em tenê bi hevpeymanên xwe re hevrêziyê dikin."

'Ji bo hevdîtinên bi Suriyeyê re planeke me ya lezgîn tuneye'

Kalin li ser peyamên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên di derbarê hevdîtina bi Serokê Suriyeyê Beşar Esad re û got,

“Ji bo hevdîtinên bi vî rengî (Erdogan-Esad) planeke me ya lezgîn tuneye. Lê belê Serokomarê me, peyama xwe araste dike ku ‘Dema tu bi berpirsiyarî tevbigerî, dema hûn metirsiyên ewlehiyê ji holê rakin û destûr bê dayîn ku pêvajoya siyasî bi pêş ve biçe, xelkê Suriyeyê were parastin, aştî û ewlehiya herêmî were pêkanîn, pergal û ewlehiya seranserê sînorê Tirkiye û Suriyeyê were parastin, ez amade me ku fersendekê bidim.’ Ango Serokomar Erdogan, ji bo ku demildest hevdîtinê bike, naaxive.”

Kalin diyar kir ku ew nizane bê ka di navbera Erdogan û Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad de dê hevdîtin çêbibe yan na û heger ku çêbibejî ew nizane ku dê kengî çêbibe.

Her wiha Îbrahîm Kalin bal kişand ser wê yekê ku  Amerîka, Ewropa û gelek welatên ereb di serî de hema bibêje dema hemû cîhanê muxalefeta rewa ya Suriyeyê ji bîr kiribû de Enqereyê ji bîr nekiriye û dê piştgiriya xwe jî berdewam bike.