image

PeyamaKurd – Li Kulliya serokkomariya Tirkiyê, berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın bi heyeta Tirkiyê ve, bi heyeta Rûsyayê ya di bin serokatiya nûnerê Rûsyayê yê Sûriyê Lavrantiyev re civîn çêkir. Di civînê de li ser pêşdeçûnên rojane û pêvajoya siyasî ya li Sûriyê axifîn.

Li ser agirbesa li Idlibê û parastina wê, her dû teref axifîn û behsa girîngiya parastina îstîqrara wê derê kirin. Divê tevgerên provakatîv li Idlibê nebin û li serê lihev kirin.

Di hevdîtinê de behsa avakirina destûra Sûriyê kirin û mijara herî digîng, mijara parastina yekîtiya axa Sûriyê bû. Têkoşîna li dijî PYD/YPG/PKK û DEAŞ ê mijara wan ya girîng bû.