image

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên di çapemeniya Rus de hatin belavkirin, hunermendê Rus ê rapê Ivan Petunin, ji bo redkirina tevlîbûna seferberiya Rusyayê ya li dijî Ukraynayê, xwe kuştiye û beriya kuştina xwe jî peyamek belav kiriye.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, hunermendê navdar ê rapê Ivan Petunin, beriya ku xwe bikuje, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke bi vîdeo belav kiriye û biryara xwe ya xwekujiyê ragihandiye.

Rapvanê ku di 27 saliya xwe de ev biryar da, li ser hesabê xwe yê takekesî yê medyaya civakî, ev peyam parve kiribû:

“Ez naxwazim ji kujeriyê tawanbar bibim. Ez ne amade me ku ji bo armancekê kesan bikujim.”

Li gorî agahiyên ji malpera Avicayê hatin parvekirin, piştre ev vîdeo jê hatiye birin.

Xwekujiya hunermendê ciwan, ji aliyê çapemeniya Rus ve jî hat piştraskirin ku wî xwe ji ser avahiyeke bilind ve havêtiye û dawî li jiyana xwe haniye.