image

PeyamaKurd – Li Fransayê piştî serokwezîrê berê Jean Castex û hukumeta wî îstîfa kir, serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo hukumetekî nû ava bike wezîfê dabû Elisabeth Borne. Hukumeta ku wê Elizabeth Borne ava bike, di hukumetê de sê wezîrên berê man. Wezîrê karên hundir Gerald Darmanin, wezîrê dadê Eric Dupond-Moretti û wezîrê darayî Bruno Le Maire.

Sekreterê giştî yê Koşka Elysee Alexis Kohler kabîna nû ragihand ku tê de 13 wezîrên jin û 14 wezîrên zilam bi temamî 27 wezîr hene.

Wezîra karên derve û ya Awrûpayê bû Catherine Colonna ku niha serkonsolosa Fransa ya Brîtanyaye. Wezîrê karên hundir Gerald Darmanin, wezîrê darayî Bruno Le Maire, wezîrê dadê Eric Dupond-Moretti, wezîrê perwerdê û ciwaniyê Pap Ndiaye, wezîrê bergiriyê Sebastien Lecornu, wezîrê dewletê yê ji serfiyatên giştî berpirs Gabriel Attal, wezîra tenduristiyê Brigitte Bourguignon, wezîrê karmendiyê Olivier Dussopt, wezîra ekolojiyê û lihevkirina herêman Amelie de Montchalin, wezîrê otonomiyê û kesên asteng Damien Abad, wezîrê perwerdê û Lêkolînan Sylvie Retailleau, wezîrê keşitûkalî Marc Fesneau û wezîra rewşenbiriyê Rima Abdul Malak in.

Wê berdevka hukumetê Olivia Gregoire be û ji bo wezîrên dewletê hinek navên din hatin tayînkirin.

Hukumeta nû wê roja duşemê di bin serpereştiya Emmanuel Macron de bicive.