PeyamaKurd- Li gorî encamên rapirsiyên Hilbijartinên Giştî yên ku îro li Yunanîstanê hatin kirin, Partiya Demokrasiya Nû ya desthilatdar a bi serokatiya Serokwezîr Kiryakos Miçotakis li pêş e.
Kompaniyên lêkolînê yên li Yunanîstanê, encamên rapirsiyên xwe li ber navendên dengdanê yên televîzyonên giştî û taybet ên Yunanîstanê, piştî bidawîbûna proseya dengdayînê ya saet 19:00an eşkere kirin.
Partiya Demokrasiya Nû ya desthilatdar bi rêjeya ji % 36-40 dengan di rapirsiyan de cih girt, partiya opozîsyonê ya sereke Hevbendiya Çep a Radîkal (SYRIZA) bi rêjeya ji % 25-29 di rêza duyemîn de cih girt.
Li gorî rapirsiyan, tifaqa PASOK-KINAL ji % 9,5-12,5, Partiya Komunîst a Yunanîstanê (KKE) ji % 6-8, Partiya Çareseriya Yunanîstanê ji % 3,5-5,5, Partiya Mera25 ji % 2,5-4,5, Partiya Rêya Azadiyê jî ji % 2,2-4,2 dengan girtine.