.jpg)
PeyamaKurd- Ji ber ku di Hilbijartinên Giştî yên Serokomariya Tirkiyeyê de ku di 14ê Gulanê de hatin kirin û namzedan 50+1 bi dest nexistibûn, îro proseya gera duyem a hilbijartinan dihat rêvebirin.
Proseya dengdayînê ya ku serê sibehê saet di 08:00 de dest pê kiribû, saet di 17:00an de bi dawî bû û hat diyarkirin ku hejmartina dengan dest pê kir.
Ji bo Hilbijartina Serokomariyê ku dê 5 salan wezîfe bike, li seranserê welêt li 973 navçeyan 191 hezar û 885 sindoq û li 1094 navçeyan lijneyên hilbijartinê hatin vekirin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Tirkiyeyê zêdeyî 60 milyon hilbijêr hene.
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Cûmhûrê Recep Tayîp Erdogan û namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu mabûn gera duyem û di vê gerê de jî tenê ji bo herduyan deng dihat dayîn.