image

PeyamaKurd- Şanda Çavdêriya Hilbijartinê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) ku li paytexta Tirkiyeyê ya Enqereyê li rewşa hilbijartinê şopand; ragihand ku dê sibê daxuyaniyê bide.

Di daxuyaniya şanda OSCEyê de hat ragihandin ku wan rewşa hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê îro li Enqereyê şopandiye û ew ê çavdêriyên xwe sibê saet di 15:00an de çavdêriyên xwe eşkere bike. 

Ji şandê Serokê Şaxa OSCEyê Jan Petersen got ku

“Îro em ê nikaribin li ser çavdêriyên xwe daxuyaniyekê bidin, ji ber ku 18 tîmên me li çar aliyê welêt belav bûne û pêwîst e hemû raportên wan ji me re bên. Ez dikarim li ser van raportan piştî nirxandina wan biaxivim.

Em di gera yekem de li vir bûn û di gera duyemîn de jî em li vir in. Di derbarê vê pêvajoyê de me daxuyaniyek da çapemeniyê. Her tiştê ku me di daxuyaniya xwe ya çapameniyê ya destpêkê de got, encamên me yên ji dawiya adarê heya gera yekem bû. 

Em ê sibê der barê gera duyemîn de encamên xwe parve bikin. Min li dibistana ku em tê de ne tenê yek sindoqek dît û ne rast e ku ez şîroveyên li ser çavdêriya ku min ji sindoqê girtiye parve bikim. Piştî berhevkirin, analîzkirin û vekolîna çavdêriyên me yên ji tevahiya tîmê me, dê wêneyeke bêkêmasî derkeve holê. Ji ber vê yekê hewce ye ku li benda vê agahiyê bisekinin.

“Cîbicîkirina şîretên me, ji hikûmetê re maye”

Em çavdêriyên ku me di gera yekem de kiribûn di gera duyemîn de berdewam dikin. Me bi kesên ji cihên cuda, partiyên cuda û rêxistinên sivîl ên cuda re hevdîtin kirin û heta gera duyemîn jî hevdîtinan berdewam kirin. Ji hikûmetê re maye ku şîretên me cîbicî bike.

Em ê sibe daxuyaniyeke çapemeniyê bidin, lê raporta me ya dawî dê 2-3 meh bi şûn de bi pêşniyazên me û lêkolîneke tevahî were weşandin û paşê pêşniyazên me dê xuya bibin. 

Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku em ne bi temamî heyeteke Enqereyê ne, 14 tîmên me li seranserê welêt belav bûne û ji bilî ku hemû raporên xwe ji wan digirin û civînên xwe pêk tînin, ew jî civînên xwe yên taybet hene.”