image

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Kolombiya bi rêxistina FARCê (Hêzên Çekdarên Şoreşgerên Kolombiya) re ji 8ê Cotmehê pê de, li ser agirbestê li hev kiriye.

Li gorî biryara agirbestê, wê hevdîtinên aştîyê û çekberdanê yên navbera hikûmeta Kolombiya û nûnerên FARC yên partiya sîwan EMCê ku 17ê Îlonê dest pê kiribûn heta 8ê Cotmehê jî dewam bikin.

Tê çaverêkirin hevdîtinên aştiyê zêdetirî deh mehan dom bikin.

Serokê Şanda danûstankar a EMC Camilo Gonzalez ragihand ku pêngaveke dîrokî hatiye avêtin û cara yekem e derbarê agirbestê de behsa dîrokê hatiye kirin.

Gonzalez diyar kiriye ku ya girîng li herêmên şer pêkanîna aştiyê ye.

Şerê FARCê yê bi deshilata Kolombiyayê re zêdetirî 50 sal in berdewam dike û heta niha gelek caran ji bo aştiyê danûstandin hatine kirin ku hîn negihîştine encameke mayînde.