
PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê, di salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emînî û binpêkirinên di protestoyên Şoreşa Jînayê de, biryara sepandina ceza bo rayedarên Îranê da.
Hikûmeta Brîtanyayê Wezîrê Çandê û Şaredarê Tehranê jî di nav de, ceza li ser gelek rayedarên Îranê sepand ku di xwepêşandanan de, destê wan di binpêkirin û kuştina xelkê de heye.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly eşkere kir, wan ligel Amerîka, Kanada û Awûstralyayê bi hev re biryara cezakirina rayedarên Îranî daye.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê da zanîn, ev kesên ceza li wan hatine birîn li Îranê ji zext û tundûtujiya dijî jinan berpirsin.