
PeyamaKurd- Hêza Aştiyê ya Rusyayê ragihand ku li ser gelê Ermeniyên sivîl ên li Qerebaxê dijîn, tu zext tunene û hat diyarkirin ku li bajarê Xankendiyê jiyan bi aramî dewam dike.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku “Azeriyan tu zext li gelê sivîl nekirin û Hêza Aştiyê ya Rusyayê li bajêr nobetê digirin.”
Artêşa Azerbaycanê, ji bo li Qerebaxê nîzama makezagonî saz bike, dest bi operasyona dijî terorê kir û piştî operasyonê hêzên çekdar ên Ermenîstanê çekên xwe danîn. Piştî operasyonê li hin hesabên medyaya civakî hat îdiakirin ku zext li gelê sivîl tê kirin.