
PeyamaKurd – Her du encûmenên Libyayê yên Terablûs û Tobrûkê ku ji bo mijara hilbijartinê û seqamgeriya Libyayê hatin bav, di hevdîtinên Cenevê yên bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li hev nekirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Şerq El-Eswat, serokên her du Encûmenên Nûneran û Dewletê yên Libyayê di dawiya danûnstanên xwe yên ku 3 rojan li Cenevê bi rê ve çûn de, nekarîn pisgirêkên xwe yên li ser destûra pêkanîna hilbijartinên serokatî û parlamentoyê, çarenivîsa her du hikumetên Wehde û Îstîqrarê çareser bikin.
Herwiha çavkaniyan diyar kiriye ku Eqîle Salih tevî şandeya pê re ji navenda Cenevê der ket ku ev jî serneketina danûstandinên ligel Xalid El-Muşrî yên têkildarî destûrê û desthilata rêveberiyê nîşan dide.