image

PeyamaKurd – Li gorî medya Iraqê serkirdayetiya milîsên Heşdî Şabî yên bi ser Îranê ve, fermandariya operasyonên Bexdayê li beramber fermandariya operasyonên hikûmeta Iraqê ragihandiye.

Milîsên Heşdî Şabî ji 70 komên şîe yên çêkdarî pêk tên û koma Bedir serkirdayetiya wê dike. Li gorî ragihandina medya Iraqê, Hûsên Ebdulabbas Hîleyî jî weke fermandarê giştî yê operasyonên Bexdayê hatiye destnîşankirin.

Hat diyarkirin ku fermanderiya operasyonên hevbeş a Heşdî Şabî weke dijberê fermandariya operasyonên artêşa Iraqê hatiye avkirin.

Fermandarê wê hêzê Hûsên Ebdulabbas Hîleyî di salên 1980yî de ligel Supaya Pasdarên Îranê li dijî Artêşa Iraqê şer kiriye û herwiha li kêleka artêşa rejîma Beşar Esad şer kiriye ku bixwe jî kesekî nêzîkî Qasim Sûleymanî û Ebû Mehdî El Muhendîs bû.