image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rêberên berê yên Ukraynayê Yanukovych û Azarov ku ji ber ku rê li ber destwerdana li Kirimê vekirine dihatin sûcdarkirin, bi xiyanetê bên darizandin. 

Du serkirdeyên berê yên Ukraynayê ku zêdetir hêzên xwe yên leşkerî li Kirimê bi cih bike bi dirêjkirina bikaranîna Firokeya Behra Reş a Rusyayê ji bendera deryayî ya Sevastopolê li Kirimê ketin ber lêpirsînê.

Pêvajoya lêpirsîna pêşwext a ku ji aliyê Buroya Lêpirsînê ya Dewletê ya li dijî Yanukovych û Azarov dihat meşandin bi dawî bû û îdianameya di derbarê mijarê de roja înê ji dadgehê re hat şandin.

Li gorî hûrgiliyên di îdianameyê de ev dîplomatên  Ukraynayê bi xiyanet û alîkariya Rusyayê di çalakiyên wê yên wêranker ên li dijî Ukraynayê de hatin sûcdarkirin.