
PeyamaKurd – Di 18 ê mehê de sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski li bajarê Ûkraynayê li Lvivê dicivin û wê di 20 tebaxê de Guterres seredana navenda koordînasyona zad ya li Îstenbolê bike.
Berdevkê serkreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric di civîna çapwemeniyê ya rojane de ragihand ku Guterres li ser daxwaza Zelenski diçe Lvîvê. Dujarric ragihand ku wê Erdoğan, Zelenski û Guterres li Lvîvê civînekî sêqolî bikin û Guterres wê di 19 ê tebaxê de here Odessayê û di 20 mehê de wê here Îstenbolê navenda koordînasyona zadî.