PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonia Guterres, piştî bidawîbûna Lûtkeya COP27ê, li ser alîkariya darayî ya ji bo welatên di bin bandora guherîna avhewadê de mane, kêfxweşiya xwe hanî zimên.
Antonio Guterres ê ku li bajarê Şarm el-Şêx ê Misirê tevlî Konferansa Aliyan a Peymana Guherîna Çarçoveya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî a 27emîn (COP27) bûbû, di dawiya lûtkeyê de bi rêya peyameke bi vîdeo axivî û bal kişand ser piştgiriya alîkariya darayî ya ji bo welatên di bin bandora guherîna avhewadê de mane.
Guterres li ser vê piştgiriyê got,
"Ev, gaveke ber bi edaletê ve ye. Ez damezirandina foneke zerar û wendahiyan û derbaskirina wê ya jiyanê ya di serdema pêş de, bi kêfxweşî pêşwazî dikim. Biryara pêkanîna fonê, têr nake. Ji bo ewlehiya ku şikestiye, ji nû ve were avakirin, pêdiviya nîşaneyeke siyasî ye.”
Lûtkeya COP27ê ku biryar bû di 18ê Mijdarê de bi dawî bibe, ji bo alî li hev bikin, 2 rojên din jî hatibû dirêjkirin.