image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li NewYorkê hefteya pêşiya me tê lidarxistin de, lîderên 150 welatan beşdarîyê dikin ku piştî şerê Rûsya yê li Ukraynayê tê sazkirin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, beriya Civata Giştî peyamek belav kir û got, “Dinyaya me tê dibe xirbeyek, di rewşa keşûhewayê de kaosek heye û ji ber tunekirina bi nefret, hejarî û ne wekheviyê jî di nav şermekê de ye.”

Guterres bal kişand ser ku ji piştî şerê sar ve niha parçebûneke mezin a jeostratejik rû daye û bersiva bo çareserkirina kêşeyên navdewletî têrê nake û banga çareserkirina kêşeyan li lîderên cîhanê kir.

Piştî pandemiya Covid-19 ya salên 2020-2021ê lîderên cîhanê ji nû ve li şûna beşdariya bi vîdyo konfrenasê rûbirû beşdarî Civata Giştî dibin û gotarên xwe pêşkeş dikin.

Tê çaverêkirin ji bilî Serokê Ukrayna Volodomir Zelensky ji roja Sêşemê ve civînên Civata Giştî ya NY dest pê dikin ku Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn jî beşdarîyê nake.