image

PeyamaKurd – Generalê hêzên hewayî yê Amerîkayê Minihan balê kişandiye ser şerê navbera Çînê û Amerîkayê û gotiye îhtîmal heye di nav 2 salan de şer çêbibe. Hem ji hêzên xwe xwestiye ku li gor vê îhtîmalê xwe amade bikin. Li gor ragihandina tv ya NBC yê; orgeneral Mike Minihan fermanê bi nivîskî ji yekîneyên xwe re şandiye û weha gotiye:

“Înşallah ez şaş bim lê hissên min ew in ku em ê di sala 2025an de, bi Çînê re şer bikin.”

Minihan ragihandiye ku wê di sala 2024an de li Taywanê hilbijartina serokatiyê çêbibe, wê Amerîka bi siyaseta nav xwe bilî be û Çîn ji vê rewşê derfetê bibîne û hemlekeyekî bike ser Taywanê. Minihan xwestiye ku yekîneyên di bin fermana wî de amadekariyeka weha bikin û heya 28 ê sibatê rewşa xwe rapor bikin.