image

PeyamaKurd – Şîrketa petrol û xazê ya Rûsyayê Gazprom ragihand ku bi sedema tamîra xeta boriya xazê ku xaza Rûsyayê di ser Baltikê de dibe Awrûpayê ya bi navê Xeta 1 ê ya Bakûr, wê 3 roj nikaribe xazê bide Awrûpayê.

Tamîra xeta xazê ya ku xazê dibe Almanya û ji wê derê li gelek welatên Awrûpayê belav dike, dewam dike.

Gazproma Rûsyayê ragihand ku wê bi şîrketa Almanya ya bi navê Simensê re, bi pispor û endazyarên wê re, li rawestgeha xazê ya Portovaya dê 3 roj bixebitin û weha got:

“Li gor raporên teknîkî yên Simensê, di blokan de terk hene, deformasyon hene û ji bo lekeyên şewatê bên lêkolîn, paqijkirina blokan, qaçaxên donî, şidandina ciyên girêdanan, kontrola vanayan, tehliya xaza ku dişewite û tiştên weka wan, divê bên tamîrkirin.”