
PeyamaKurd – Dewleta Fransa û Îtalyayê ji bo fuzeyên tîpa 700 Asterê sîparîşê da Konsorsiyûma hevpar ya Fransa û Îtalyayê ya bi navê Eurosamê. Wezareta karên derve ya Fransayê bi awayê nivîskî ragihand ku wezîrê bergiriyê yê Fransayê Sebastian Lecornu û wezîrê Îtalyayê yê bergiriyê Guido Crosetto ragihandine ku ew gelek razîne ku hêzên hewayî û fezayî yên Fransayê û hêzên hewayî û yên deryayê yên Îtalyayê peymanê girêdane ku fuzeya tîpa Asterê hilberînin.
Peymana ku her dû teref îmze kirine ya ji bo hilberîna fuzeya tîpa 700 Asterê, ne tenê ji bo yek cûreyekî lê ji bo hilberîna Aster 15, Aster 30 Block 1 û Aster 30 Blok 1NT û cûreyên weha wan in û peymanê ji bo Eurosamê şandine. Sîparîşa ku her dû dewletan dane Eurosamê, ji yek sîparîşên herî mezin yên heya niha hatine dayîn.