image

PeyamaKurd – Li gor ajansa Tasnim a Îranê îro bi sedema ku xortê bi navê Muhsin Şekari (23) di çalakiyên li Tehranê de, milê mîlîsekî Besicê bi kêrê birîndar kiribû, dadgehê biryara îdama wî dabû û wê sibê biryara îdama wî hat bicîhanîn. Berdevka wezareta kerên derve yê Fransayê Anne-Claire Legendre, li ser bûyerê îro ji bo rojnamevanan daxwuyanî da û di mijarê de got:

“ Ev înfaz weka îhlalên din yên ciddî û ku nayê qebûlkirineye.”

Di xebera ajansa Îranê ya Tasnimê de hat gotin ku dadgehê îttîraza Şekarî red kiriye û dadgehê biryarê ji sûcê ‘destpêkirina şerê bi Xwedê re’ daye.

Li gor rêxistina sîvîl ya mafê mirovan ya navend Norveç e, Îranê di sala 2022an de ji 500 î zêdetir mirovan îdam kiriye.