image

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna, li ser mijara astengî û hincetên Tirkiyê yên li ber endamtiya NATO ya herdu welatên Swêd û Fînlandê got ku helwestên Enqerê di nav NATOyê de dibin cihê pirsê û got, bila Tirkiye hilbijartina xwe bike.

Catherine Colana di daxuyaniya xwe ya bo rojnameya Journal du Dimanche ku rojê Yekşeman tê çapkirin de li ser mijarê wiha axivî: “Hilbijartina bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe li hember NATOyê di destê Tirkiyê de ye. Gelo dixwazin hevpeymaniyê bihêz bikin yan li dijî wê bin? Wê ev jî wek helwesteke endama NATOyê bibe cihê pirsan.”

Colonna herwiha diyar kir ku Tirkiye hevpeymaneke girîng a NATOyê ye û beşdarbûna Swêd û Fînlandê jî wê ewlehiya Ewropayê hîn bihêztir bike ku niha herdu welat jî ji bo razîkirina Tirkiyê hewl didin.