image

PeyamaKurd – Dîplomatekî payebilind ê Fînlandiyayê li ser hevdîtinên Tirkiyê ku astengiya li ber endamtiya wan a NATOyê derdixe, daxuyanî da û got, metirsiyên Tirkiyê bilez dikarin bên çareserkirin.

Dîpolomatê Fînlandî ku navê xwe eşkere nekiriye ji medyayê re axiviye û bal kişandiye ser lutkeya Brukselê ya NATOyê û diyar kiriye ku atmosfereke erênî derketiye holê.

Herwiha wî dîplomatî gotiye, mijarên teknîkî yên bûne cihê nîgeraniya Tirkiyê dikarin bilez werin çareserkirin.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye bi hinceta piştevaniya terorê dikin dijî endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandê derdikeve û ev demek e jî hevdîtinên bo çareserkirina mijarê di navbera aliyan de têne kirin.