image

PeyamaKurd - Fermandarê Şaxa Supaya Pasdaran a li parêzgehê Urmiyê Hebîb Şehsewarî, gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar û got, “Heger bixwazin her hewlekê li dijî Komara Îslamî ya Îranê bidin, ew dê wiha bersiva wan bidin ku poşman bibin.”

Hebîb Şehsewarî daye xuyakirin, rewşa sînoran û parastina aramiya ser sînoran li cem wan xeta sor e û gotiye, heger dijberên şoreşê bixwazin aramiya Îranê têk bidin, ew dê li aliyê din ê sînoran rûbirûyê wan bibin û wan bikin armanc.

Fermandarê navborî herwiha îdia kiriye ku, bi pereyê Siûdiyê û Amerîkayê plana têkdana ewlekariya Îranê tê pêkanîn.

Hebîb Şehsewarî gotiye, berpirs û xelkê Herêma Kurdistanê divê ji wan dijberên Komara Îslamî dûr bikevin û wiha pê de çûye: “Ewlehî û asayiş ji me re ji nanê şêvê girîngtir e û eger dijberên Komara Îslamî bixwazin bi ewlehiya welat bilîzin, dê li aliyê din ê sînor jî bi tundî bersiva wan were dayîn, bi awayekî ku ji kiryarên xwe poşman bibin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, herî dawî roja 3yê Tebaxê balafirên bêpîlot ên Supaya Pasdaran baregehên pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kiribûn armanc û piştre jî herêm topbaran kiribûn.