
PeyamaKurd – Hukumeta Fasê 2 rojnamevanên Fransiz yên ku ketibûn nav sînorê dewleta Fasê, lê diyar nekiribûn ku rojnamevanin, wan derxsit derveyê sînorê Fasê. Rojnamevan ragihandibûn ku xeberên di derbarê erdheja Fasê de tên belavkirin, ne objektifin û konseya çapemeniyê ya Fasê bertekê nîşanî çapemeniya Fransayê da.
Berdevkê hukumetê Mustafa Baytas, di pey civîna encumena wezîran ya Fasê de daxwuyaniyan da. Baytas, got ku her dû rojnamevanên Fransiz weke tûrîst ketine Fasê, di derbarê karên xwe de beyana xwe nedane û îznê nestendine. Gelek normale ku Fasê her dû rojnamevanan paşde şandiye welatê wan.
Baytas ragihand ku ti şiddetê li rojnamevanan nekirine û wan şandine welatê wan.