image

PeyamaKurd – Ermenistanê bi sedema tawanên nijadî di şerê Qerebaxê de, daxwaznameya vekirina dozê li dijî Azerbeycanê gihand Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ku li Laheyê ye.

Dadgeha Cezayan a Navdewletî ya li Laheyê derbarê mijarê de daxuyanî da û eşkere kir: “Ermenistanê got Azerbeycan nîjadperestiyê li dijî Ermenan pêk tîne. Di encama siyaseta dewletê ya li ser dijminatiya Ermenan ava bûye de, Ermen rastî nîjadperestiyê komkujiyan û tawanên din hatin.”

Ermenistanê bang li dadgehê kiriye ku tedbîrên bilez bigire da ku mafên Ermenistanê werin parastin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di encama şerê Qerebaxê yê sala borî de ku 6 hefteyan dewam kir, zêdetirî 6 hezar û 500 kes hatibûn kuştin û şer meha Mijdarê bi navbeynkariya Rûsyayê piştî agirbestê bi dawî bûbû. Di wî şerê ku Tirkiyê piştevaniya leşkerî dida Azerbaycanê de, Ermenistan hin herêm ji dest dan ku ketibûn bin kontrola Azerbaycanê.