image

PeyamaKurd – Rêvebiriya hewakariyê ya Ermenistanê ji bo seferên navbera Yerîvan û Îstenbolê bikin, îznê da şîrketa Ermenistanê ya bi navê FlyOne.

Di navbera Tirkiyê û Ermensitanê de ji bo normalkirina têkiliyan her diçe pêngavên nû tên avêtin. Di çarçoveya normalîzekirina têkiliyan de şîrketa seferên hewayî yên Ermenistanê FlyOne seredana îznê kiribû û hukumeta Ermenistanê îznê dayê.

Rêvebirê FlyOne Aram Ananyan mijarê weha ragihand:

“Çend roj berê bi daxwaza seferên ji bo Yerîvanê û Îstenbolê şîrketa balafiran Fly One seredana Ermenistanê û Tirkiyê kiribû da seferên charterê bide destpêkirin. Ji bo meqamên hewakarî yên Ermenistanê îznê da me em sipasiya wan dikin.”

Her weha do wezareta bazirganiyê ya Ermenistanê ragihandibû ku wê ji 1 ê serê sala 2022 an û pê de ambargo daneyne ser malên Tirkiyê yên ku îxrac dikin Ermenistanê.