
PeyamaKurd – Serokê erka darazê ya Îranê Gulam Huseyin Muhsînî Ejeyî, li ser kuştina keça bi navê Mahsa Emînî ya 22 salî ya Kurd ku di lêpirsînê de li Tehranê hatibû îşkencekirin û kuştin, ragihand ku kî destekê bide tevgerên protestoyan, wê bê darizandin. Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA yê; Ejeyî di civîna konseya bilind ya Darazê de axifiye û hişyariyê daye kesên ku destekê didin protestoyan.
Ejeî got ku ne tenha kesên dertên kolanan û xwepêşandanan dikin lê kesên destekê didin wan çalakvanan jî sûcdarin û wê di derbarê wan de pêvajoya hûqûqê bê destpêkirin. Ejeyî di axaftina xwe de got ku di welat de, ew kesên tên naskirin protestoyan destek dikin û dê ew kes zerara maddî û manewî bidin.
Di civînê de dozgerê Tehranê Ali El-Kasi Mehr jî got ku wê serhildêr bi awayekî bilez bên darizandin û di bin sîwana dozgeriyê de beşên taybet avakirine.
Serhildana ku di 16 êlûnê de bi defna cenazê Mahsa Emînkî ya li bajarê Sinê li rojhilatê Kurdistanê destpêkiribû, ev 10 roje dewam dike.