
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku herdu welatên Erebistana Siûdî û Sûriyê erkdarkirina tedbîrên bo balyozan dualî bidawî kirine.
Li gorî nûçeya rojnameya ′Reî El Yewm′ ku agahiyên xwe dispêre çakvaniyên Şamê, Erebistana Siûdî û Sûriyeyê tedbîrên erkdarkirina balyozan li her du welatan bi dawî kirin.
Çavkaniyan gotiye ku Şamê biryar daye alîkarê Wezîrê Derve yê niha Eymen Sosan weke balyozê Sûriyeyê li Riyadê erkdar bike, lê ser navê balyozê Siûdî yê ji bo Şamê ti agahî nehatine dayîn.
Rojnameyê diyar kiriye ku tê texmînkirin piştî Beşar Esed ji Çînê vegere, biryarên jinûve erkdarkirina balyozan û vegerandian têkiliyên dîplomasî di nava Şam û Riyadê de bide.