image

PeyamaKurd – Qeterê diyar kir ku êrîşên Îsraîl ên li ser Şerîda Xezzeyê ya ku piştî navbeynkariya însanî dewam dike, hewldanên navbeynkariyê dijwar dike.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Qeterê Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Muhammed Bin Abdurrahman Al Sanî bi hemtayê xwe yê Amerîkayê Antony Blinken re bi telefonê axivî.

Di hevdîtinê de ku geşedanên li herêmên dagirbûyî yên Filistînê bi taybetî Şerîda Xezzeyê ya di bin dorpêç û êrîşên Îsraîlê de hatin nirxandin, kêmkirina rageşiyê û îmkanên agirbestê jî hatin gotûbêjkirin.

"Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê hewldanên navbeynkariyê aloz dike û karesata mirovî ya li herêmê kûrtir dike." Al Sanî destnîşan kir, ew xebatên xwe yên navbeynkariyê yên bi hevkarên xwe re ji bo şikestineke nû ya însanî ya li Xezzeyê didomînin.

Al Sanî bal kişand ser vê yekê ku kuştina sivîlên bêguneh bi taybetî jin û zarokan û cezayên komî nayên qebûlkirin û bi bîr xist ku ji bo gihandina alîkariyên însanî ji bo Filistîniyên di bin bomberdûmana Îsraîlê da divê korîdorên însanî yên ewle ji bo Xezzeyê bên vekirin.