image

PeyamaKurd – Li Ferderasyona Rûsyayê li Komara Ûdmurtyayê li payîtex İjevskê kesekî avêt set dibistanekî, 5 ji wan xwendevan bi temamî 9 kesan kuşt û ji 20 kesî zêdetir birîndar kir. Kesê êrîşker avêt ser dibistana jimare 88 û bê kontrol, der û dorê gulebaran kir.

Li gor ragihandina komita lêpirsînê ya Rûsyayê encama bûyerê weha hat ragihandin:

“Agahiyên heya niha me bi dest xistiye; 2 wezîfedarên dibistanê, 2 mamoste û 5 xwendevan jiyana xwe ji dest dane. 20 kes birîndar bûne û mirî û birîndaran bi ambûlansan birine nexweşxanê.”

Piştî bûyerê dibistan bi ewlehî hatiye tehliyekirin. Wezareta karên hundir ya Ûdmurtyayê ragihandiye ku jimara birîndaran ji 20 an derbas kiriye.

Piştî polîs ketiye hundir û bi êrîşker re şer kiriye bê polîs êrîşker bikuje, ew xwe bi xwe, xwe kuştiye. Dibistana êrîş lê çêbûye, ji pola 1 em heya pola 11em xwendevan lê dixwînin.