image

PeyamaKurd-Li Nîvgirava Sinayê ya Misirê, di encama operasyonekê de 4 leşkerên Misirê hatin kuştin. Ji Artêşa Misirê hat ragihandin ku 3 roj in operasyonên li deverê didomin.

Berdevkê Artêşa Misirê Garib Abdulhafiz ragihand ku 3 roj in li Nîvgirava Sinayê li hember grûpên terorîst operasyon tê rêvebirin. Abdulhafiz da zanîn ku di encama operasyonan de 4 çekdarên grûpên terorîst hatine kuştin û 4 maşînên wan hatine rûxandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek çek û cebilxaneyên grûpan jî hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ku di van operasyonan de 4 leşkerên Artêşa Misirê jî hatine kuştin. Beriya niha di 11ê Gulanê de jî êrîş li xala leşkerî ya bakûrê Nîvgirava Sinayê çêbûbû û di encamê de 5 leşkerên Misirê hatibûn kuştin.