image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Dolmabahçe derket pêşberê çapemeniyê û li ser bendewariya bi mîlyonan karker ku wê di mehaneyên herî kêm de zêdekirin bibe an nede de, ragihandina xwe kir. Erdoğan got ku mehaneya karkeran ya herî kên % 30 zêde kirine û ji 4.250 lîreyê derxistine 5.500 lîreyî.

Ev zêdekirina mehane ji 1 ê tîmehê (temmûz) û pê de wê bidin karkeran. Di serê sala 2023 an de wê ‘komisyona mehaneya herî kêm’ car din bicive û ji bo sala 2023 an biryara zêdekirina mehaneyan bide.

Erdoğan her weha ji memûr û memûrên xaneşîn jî got ku wê di ser % 40 an de mehane bên zêdekirin.