image

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Rcep Tayip Erdogan, li ser qeyrana li Swêdê axivî û got, "Dema ku em di derbarê Finlandiyayê de peyameke cuda bidin,  Swêd dê matmayî bibe.”

Erdogan, di bernameya ku beşdar bû de rojevê nirxand û di derbarê lîsteya ku ji Swêdê re hatiye dayîn de wiha axivî:

“Binihêrin, heger hûn teqez bibêjin NATO, hûn ê van terorîstan li me vegerînin da ku hûn tevlî NATOyê bibin. Heger hûn van terorîstan radestî me nekin, me lîsteyek ji 120 kesan pêk tê dabû we. Biborin.”

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bal kişand ser berteka rêveberiya Swêdê û got,

"Heke pêwîst bike em dikarin di derbarê Finlandiyayê de peyameke cuda bidin. Dema ku em di derbarê Finlandiyayê de peyameke cuda bidin, Swêd wê matmayî bibe. Lê bila Finlandiya heman xeletiyê neke."

Erdogan di derbarê çalakiya şewitandina Qurana Pîroz a li Swêdê de jî wiha got: "Ew cahil û perîşan in. Ew wisa difikirin ku wan Qura şewitandiye, kar qediyaye. Neqediyaye.”

Di dema ku pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêd û Finlandiyayê dewam dikir, ji ber şewitandina Qurana Pîroz a li Swêdê, muzakereyên bi rêveberiya Swêdê re hatibûn rawestandin.