image

PeyamaKurd –  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê serdana Qeter û Yûnanîstanê bike.

Erdogan di hefteya nû de wê 2 ziyaretan bike. Rojeva sereke ya hevdîtinên Erdogan ên ku wê îro biçe Dohayê, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê û hewldanên agirbesteke mayînde be.

Qeterê di rawestandina şerê Îsraîl û Hamasê de rola navbeynkariyê lîst.

Di hevdîtinan de wê gavên ji bo avakirina agirbesteke mayînde bên avêtin bên nîqaşkirin.

Erdogan wê 7ê Kanûnê roja Pêncşemê biçe Atînayê.

Erdogan dema ji Îmarata Erebî ya Yekbûyî vedigere Tirkiyeyê, têkildarî serdana xwe ya rexnegir peyamên girîng da û got, "Hêviya me ew e ku serdemeke nû destpê bike. Amerîka hewl dide me bîne hemberî hev, lê heke em têkiliyên xwe baş bikin, em ê sûdê werbigirin."