image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic re piştî civîna heyetên her dû dewletan û merasima îmzekirina peymanan derket ber çapemeniyê. Erdoğan di civîna çapemeniyê de li ser têkiliyên Tirkiyê û Îsraîlê rawestiya û got:

“Wexta Berat Beg (Albayrak) wezîr bû, bi Îsraîlê re hevdîtin dihatin kirin û em bi Îsraîlê re gihîştibûn hedefekî ku xaza ji Derya Sipî derê, di ser Tirkiyê de bibin Awrûpayê. Em niha jî dikarin vêya bikin.

Em bi birêz Herzog re hevdîtinan dikin û belkî seredana Tirkiyê bike. Di van mijaran de fikrên erênî yên serokwezîr Benet hene. Hedefa me ew e ku em bi erênê bigihên hinek encaman. Eger tevgerên erênî li ser esasê qezencê be, ji destê me çi were em ê bikin.

Em wek siyasetmedar ji bo şer tinene, ji bo aşitiyê hene; eger petrol bibe alavekî aştiyê em bikartînin. Eger nebe alava aştiyê, her biryar ya welatê xwe ye. Me keştiyên sondaj û sîsmîkê beredayî nekiriye. Bi van xebatan re ji bo milletê xwe û herêmê inşallah em ê derfetan biafirînin.”