
PeyamaKurd – Piştî merasîma meytê Keybanûya Brîtanyayê, Liz Truss li Amerîkayê cara yekem weke Serokwezîra Brîtanyayê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Erdogan û Truss di çarçoveya Komcivîna 77emîn NYê de li New Yorkê bûn û li wê derê civînek pêk anîn.
Erdogan li MalaTurka pêşwazî li Serokwezîra Brîtanyayê kir.
Herwiha hat ragihandin ku hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat pêkanîn û di civînê de her du alî li ser şerê Ûkraynayê, mirina Keybanûyê, pêwendiyên dualî û rojevê gotûbêj kirine.