image

PeyamaKurd – Cîgirê serokê grûba partiya CHP ê ya Tirkiyê û hem parlementerê Sakaryayê Engin Özkoç ragihand ku ku li ser mijara şewatên daristanan yên li gelek deverên Tirkiyê bi wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Süleyman Soylu re axifiye. Soylu jê re gotiye ku ti agahiyekî negihaye wan ku di encama sabotajan de şewat li gelek deverên Tirkiyê derketiye. Özkoç di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Ez bi wezîrê karên hundir re axifîm. Ji min re got ku li ser mijara derketina şewatan heya niha ti agahî negihaye destê me ku di bûyeran de sabotaj heye. Soylu got ku dibe bi sedema germa zêde şewat derketibin.

Bi agahiya serokê me yê giştî Kemal Kılıçdaroğlu, parlementerên me û şaredarên me li deveran xebatên xwe dikin. Hemû tîm bi dil û can mudaxeleya şewatan dikin. Em hêvî dikin gavek zûtir şewat biqedin.”