
PeyamaKurd - Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê bersiv da daxwaza Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir a ‘hilweşandina parlamentoyê’ û ragihand, ew ne di desthilata wan de ye.
Muqteda Sedir roja 10ê Tebaxê daxwaz ji Encûmena Dadweriyê kiribû ku parlamentoya Iraqê hilweşîne. Encûmena Dadweriyê jî îro Yekşemê 14ê Tebaxê civiya û ragihand, hilweşandina parlamentoyê ne di desthilata wan de ye.
Encûmena Dadweriyê diyar kir, kar û erkên Encûmena Dadwerî li gorî xala (3) ya yasaya Encumena Bilind a Dadwerî ya bi hejmara (45) a sala 2017an hatiye diyarkirin, kar û erkê wê bi giştî tenê girêdayî pirsên dadweriyê ye û ne n di desthilata wan de ye ku destwerdana karûbarên desthilata yasadanînê yan jî desthilata cîbicîkar bikin.
Encûmena Bilind a Dadweriyê herwiha bang li hemû aliyên siyasî û medyayî kir ku desthilata dadweriyê nexin nav nakokî û hevrikiyên siyasî.