image

PeyamaKurd-Hat ragihandin ku di 17ê Gulanê de Encûmena Asayîşa Navnetewî, li ser rewşa Iraqê û paşketina pêkanîna hikûmeta nû dicive.

Ji Nûnertiya Taybet a Netewên Yekbûyî ya Iraqê  (UNAMI) ve hat ragihandin ku dê 17ê Gulanê, roja sêşemê saet di 15:00an de civînek were lidarxistin. Hat ragihandin ku Encûmena Asayîşa Navnetewî, li ser rewşa Iraqê dicive. Tê payîn ku ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve pêşketinên dawî yên li Iraqê û rewşa nûnertiyê were eşkerekirin.