image

PeyamaKurd – Milyarderê Amerîkî yê xwediyê SpaceX, Starlînk, Tesla û platfoma medya civakî Xê Elon Musk, ligel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû li bajaroka Kfar Aza ya 7ê Cotmehê rastî êrîşa Hemasê hatibû geriya.

Serokwezîrtiya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku Netanyahû û Musk li sînorê Şerîda Xezzeyê, li bajarokê Kfar Aza ya rastî êrîşa Hemasê hatibû geriyan.

Hate diyarkirin ku dema serdanê rayedarên îsraîlî derbarê bûyera êrîşa Hemasê de, agahî dane Elon Musk.

Hêjayî gotinê ye, Musk, ji bo hevdîtinê bi serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog û Serokwezîr Binyamîn Netanyahu ile görüşmek re bike, serdana Îsraîlê kiribû.

Li aliyê din Wezîrê Gihandinê yê Îsraîlê Shlomo Karhi îro 27ê Mijdarê ragihand ku wan bi kompaniya Starlînk a înterneta peykê ya Musk re li hev kiriye ku bêyî êrêkirina Îsraîlê înterneta fezayê ji Şerîda Xezzeyê re dabîn neke.

Derbarê mijarê de Elon Musk, hîn ti daxuyaniyek nedaye.