image

PeyamaKurd – Piştî êrîşa ser konsulxaneya Îranê ya li Azerbeycanê vê carê li Tehranê Îranî avêtin ser konsulxaneya azerbeycanê ya Tehranê û weka ku heyfê hilînin kesekî ji wan kuştin. Îro li ber konsulexaneya Îranê ya Azerbeycanê rojnamevan amadebûn da pirsan ji dîplomatên Îranî bikin lê dîplomat bilez ji avahiya konsulxanê dûr ketin. Bes çapemenî behsa çendê destê yek ji wan dîlomatan dike bê çente yê çiye!

Piştî bûyera Tehranê, wezareta karên derve ya Azerbeycanê bangî serkonsulê Îranê yê Bakuyê Seyid Abbas Musavi kir da here wezaretê.

Li ser bûyerê Azerbeycan asayîşa dora kunsulxaneya Îranê ya Bakuyê qewî kir da êrîş neçin ser serkonsulxanê.