
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, li çargoşeya di bin kontrola rejîma Sûriyê de, di navbera koma Dîfa El Wetenî û hêzên Şamê de şer û pevçûnan rû daye.
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyê herêmê hatine bidestxistin, di encama şer û pevçûnê dewam dikin de, heta niha 10 kes ji hêzên Şamê û milîsên Dîfa Wetenî hatine kuştin.
Hatiye ragihandin ku hê jî kêşeya di navbera hêzên Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî de çareser nebûye ku pevçûn li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê ya avahiyên hikûmetê tê de ne dewam dikin.
Li gorî zanyariyan, di pevçûnan de zarokekî 2 salî can daye û herî kêm 2 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî radigihînin ku piştî bûyerên li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê gelek xelkên sivîn berê xwe dane taxên kurdan ên Hesekê.