
PeyamaKurd – Di sala 2014an de li Meksîkayê li payîtext Mexico City 43 xwendevan hatibû kuştin û ji bo bîranîna wan 43 xwendevanan, li ber qişla leşkerî ya yekem tevgera protestoyî hat kirin lê polîs û cendirme xwestin bîranîn bi aştiyane çêbibe. Hêzên asayîşê newxestin bersiva çalakvanan bidin lê di encamê de 21 polîs,13 leşker û 5 parastvanên netewî birîndar bûn.
Şahidên bûyerê ragihandin ku di serî de malbatên cangoriyan bi aştiyane tevdigeriyan lê paşî kêsên ser rû pêçayî çûne ciyê bûyerê û êrîş birine ser hêzên asayîşê.
Hukumeta Meksîkayê berê ji malbatan re gotibû ku çalakiya aştiyane bikin. Dawa navborî, li Meksîkayê weka dawa Ayotzinapa tê zanîn ku di 26 ê êlûna 2014 an de di otobusekî de li bajarê Ayotzinapayê ji dibistana mamosteyan 43 xwendevan hatibûn kuştin.
Dawe heya niha rohnî nebûye lê di nav gumanbaran de rêxistinên sûc, rêvebirên hukumetê, polîs û wezîfedarên leşkerî hebûn.