
PeyamaKurd – Xeta Bakûr ya ku xaza Rûsyayê dibe heya Almanya, di nav rojekî de 3 care ku di xetê de xaza qaçax dertê û bû sedema ku gumana sabotajê tê de heye. Xet, xaza Rûsyayê di ser Dereya Baltikê de dibe heya Almanya û nabe eger di ciyekî de xaza qaçax çêbibe, bandorê li qismên dinan bike û bibe sedema qaçaxa gazê ya di ciyekî dinê de. Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki li ser mijarê weha got:
“Heya niha em bi temamî nizanin çi diqewime. Lê em aşkera dibînin ku sabotaj heye.”
Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen jî got ku nabe di heman wextê de bi sê ciyan gaza qaçax çêbibe.
Rûsya jî ragihand ku ji xaza qaçax bi endişe ne û îhtîmala sabotajê mezine.