image

PeyamaKurd – Gotinên Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ên derbarê ‘anîna teklîfa dewletê bo ketina şûna Abdullah Ocalan’ ku di parastina xwe ya dadgehê de anîbûn ziman, karvedaneke mezin bi xwe re anî.

Demirtaş gotibû, Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê MÎTê xwestiye ligel wî hevdîtinê bike û teklîfa ku bikeve şûna Ocalan û rola wî bigire ser xwe, li wî bike.

Demirtaş îro 3yê Mijdarê bi rêya parêzerên xwe bersiva pirsên Halk TVyê yên derbarê wan daxuyaniyên xwe de, dan û li ser kesê ew pêşniyar jê re aniye wiha got:

"A rast min bersiva hemû pirsan di parastina xwe ya doh ya dadgehê de vegotine. Lê belê di medyayê de beşeke kêm û netêr hatiye belavkirin. Daxwaza hevdîtinê ya behsa wê dikim, sala 2014an piştî hilbijartinên serokomariyê ji aliyê endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ve gihandibûn min.”

Demirtaş bibîr xist ku wê demê pêvajoya çareseriyê hebû û gelek caran rayedarên hikûmetê û MÎTê bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin dikirin û got, “Ew ji hêla siyasî ve pêşniyareke ne di cî de bû. Ji xwe di demeke ku bi awayekî vekirî trafîka hevdîtinan bi Ocalan re dihat kirin, ev dihat wateya ku min derxin pêş û min jî bê dudilî red kir. Ev hewldan ji bilî sabotekirina pêvajoya çareseriyê bi kêrî tiştekî din nedihat ji xwe û dihat maneya durûtî û nesamîmîbûnê li hember muxatabên me. Ne mimkun ku ez bibim parçeyekî vê lîstikê.”

Herwiha Demirtaş li ser pirsa ku di maweya 6 salên girtîgehê de ti hevdîtinên wî bi rayedarên dewletê re çêbûne? jî got, “Ji roja ku ketime girtîgehê heta niha bi ti rayedarekî dewletê re ne eşkere ne jî bi awayekî nerasterast ti danûstandin, peyam û pêwendiya min çênebû. Ez dixwazim vê yekê herkes teqez bizane.”