
PeyamaKurd – 18 dayîkên Şemiyê yên ku Îstenbolê li Meydana Galatasarayê hatibûn binçavkirin ku dixwazin mirovên wan yên dibin çav de wenda bûne an mirovên wan hatine kuştin,di derbarê wan de daxwuyaniyê bidin hatibûn binçavkirin.
Tevî di mijarê de biryara dadgeha destûrê heye jî polîs mudaxeleyê wan kiribû. 18 kesên di destê wan de qaranfîl hebûn, derketibûn kolana Îstîqlalê û polîsan wan dorpêç kiribû. Piştî çend seetan polîsan wan serbest berda.
Di nava kesên hatin binçavkirin de seroka Komela Mafê Mirovan (IHD) Parêzer Eren Keskin, seroka şaxa Îstenbolê ya İHDê Gülseren Yoleri, Besna Tosun, İrfan Bilgin, Ümit Efe, Coşkun Üsterci, Hüseyin Aygül, İkbal Eren, Maside Ocak, Hanife Yıldız, Ali Ocak, Mikail Kırbayır, Hasan Karakoç, Hünkar Yurtsever, Cüneyt Yılmaz, Leman Yurtsever, Mehmet Mert Karatağ û Özge Bakır Efe hebûn.